Hîmdarên Ergenekonê têne bêdenghiştin
Kesên ku rêxistina terorê ya Ergenekonê avakirine, herweha kesên ku hewqas kes bi nihênî kuştine, yan yeko yeko têne kuştin yan jî bi derzî û dermanan wisa li wan dikin ku şel dibin û zimanê wan nagere ku xeberdin.
Ew generalên ku têne desteserkirin, piştî girtinê nexweş dikevin û wan dibin nexweşxaneya leşkerî. Du-sê roj şûnde rewşeke wisan sosret li wan peyda dibe ku ew ”nema karin bipeyivin” ango bîrbûna wan wenda dibe yan jî dimrin.
Kumandarên JITEMê ku wek berpirsê kuştina Eşref Bitlis, Baxtiyar Aydin, Kazim Çillioglu, Ridwan Ozden ve Gaffar Okan û bi dehan kesê wisa ku têne pejirandin, herweha bi dehan kuştina rewşenbîran jî ku di stuyê wan de ye, gava têne desteserkirin, dilqên pir rindik dikin û xwe lal û şaqiz dihêlin.
Mesela hîmdarê JITEMê qomandarê giştî Arif Dogan, kevnequmandarê giştî yê cendirme Şener Eruygur, Herekatciyê Tayber Ibrahim Şahin û yê herî dawîn qumandarê giştî yê cendirme yê berê, tev ketine hayjixwenemayê û hişê xwe wenda kirine.
Dîsa Lewend Ersosê ku hîmdarê Ergenekonê û demekê jî ku JITEMê îdare dikir, gotibû: ”Eger ez her tiştî bibêjim, êdî ruhnîyê nabînin” piştre bakteriyên goştxur bera laşê wî dan û ew xistin rewşeke wisan ku nema kare bipeyive. Di nava MITê de Kaşif Kozinoglu ku kûrahiyeke wî ya mezin hebû, bi mirina dilkutkê hate wendakirin.
Bi kurtî eger em binerin, hemû kesên ku li ser doza Ergenekon û JITEMê hatine desteserkirin, yan hatine kuştin yan jî şel bûne û lal mane.