Polîtîk

Hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê 20ê Cotmeha 2024ê de çêdibin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dîyar kir. Hilbijartin di20ê Cotmehê çêdibin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab diyar kir ku Serok Nêçîrvan Barzanî biryara lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 20ê Cotmeha 2024ê de îmze kir.

Dilşad Şahab ​​got, “Li gorî xala duyemîn a madeya 10 ya yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya jimare 1 a sala 2005an, Nêçîrvan Barzanî biryar da ku hilbijartinên parlamentoyê di 20ê Cotmeha 2024an de bên lidarxistin.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab diyar kir ku biryar îro bi temamî ye û dê bê cihbicihkirin. “Ji ber ku ev biryar bi ser ketiye, aliyên peywendîdar neçar in ku bi Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê re hevkariyê bikin û xebatên pêwîst bikin.”

Şehab balkişand li ser wê yekê ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê piştî dabeşkirina tomarên nû, nirxandina tevahî ya şert û mercên hilbijartinan, hevdîtinên li gel aliyên peywendîdar û guhdarîkirina gotûbêjan tên diyarkirin û got, ew dê di vê derbarê de dest bi amadekariyan bikin.

Back to top button