Hilbijartin û siyaseta li şer tê kirin
Serokatiya hêzên çekdarên Tirkiye, di derbarê operasyona li Qendil çêdibe daxûyaniyek da. Di daxûyaniyê de bêjin ku, wan êrîşa herî dawî de 35 gerilayên PKKê kirine armanc û wan jiyana xwe ji dest daye.
Di heman demê de tayip Erdogan di bernameyek televizyonî de da xûyakirin ku, dema balefirên Tirkiye li Qendil bombebaran kirine, wan civînek ya berpirsên PKKê kiriye armanc û piraniya kesên jiyana xwe ji dest danê di vê civînê de bûn.
Wek tê zanin eve demeke operasyonên Artêşa Tirk yên ezmanî û bejayî li sinorê Kurdistana Başûr de, li dijê PKKê têne kirin. Rojana berpirsên Artêşa Tirkiye di derbarê operasyona de daxûyaniya dertêxin. Herweha Erdogan jî di hemû mitîngên xwe de behsa vê operasyonê dike û hêjmara xûsarên çekdarên PKKê dibêje. Bi awayek din ev yek bûye wek babetek girîng yê propaganda hilbijartina.
Tê zanin ku gelek deveran artêşa Tirk ketiye di nava hinek baregehên PKKê û bingehên xwe çêkirine. Herî dawî ji bo operasyonek berfireh li Qendilê, Tirkiye li gel Îranê di nava pêwendiyan de bû. Lê Îran heta vê gavê jî li gora medya Tirkî dide xûyakirin , rê nedaye Tirkiye û naxwaze Tirkiye li devera Qendil operasyonek lêşkerî bike.
Ji aliyê PKKê ve tu daxûyaniyên ku mirov lê îkna bibe nayê kirin. Dewleta Tirk û taybetî Tayib Erdogan operasyonên têne kirin wek propagandeya xwe ya hilbijartina bi kartîne. Ne tenê Qendil, Erdogan behsa Efrinê, Qubanê û Mincibê jî dike. Ev helwesta erdogan di nava Trikan de sempatiyekî peyda dike û dikarê dengên Erdogan zêde bike.
Lê li di nava kurdan de jî ne xweşiyekî peyda dike. Kurd ne ji bo PKKê aciz dibin, lê Erdogan gelek cara kurda hemûyê dide berhev û diaxêve. Kurd gelek cara pê dihhesin ku li kesayeta wan ya etnîkî dibe armanca heqaretekî. Dê ev yek çewe bandora xwe li hilbijartina bike di 24 ê hezitranê de eşkere dibe.
Ji aliyek din PKK jî wek AKPê li ser heyîna şer siyasetê dike. Şêrên heyî babeta herî mezin ya propagandeya hilbijartinane. Di nava hinek aliyên civatê de pişgiriya HDPê tenê ji bo dijitiya AKPê tê kirin. Herweha AKP û HDP jî li ser bingehên dijitiya hevûdin siyasetê dikin. Kêmasî di nava kurdan de welê ye.
Bi vê siyaseta ne zelal bandora xwe li hinek aliyên kurd jî dike. Aliyên kurd yên siyasî bi temamî hilbijartinan de nekarîn kesayeta xwe ya serbixwe biparêzin û seknek bi helwest pêk pêkbînin. Hinek aliyên ku bi baryarên rêxistinî dan xûyakirin ku dê pişgiriya Demirtaş bikin. Nekarin sedema vê yekê ji Raya Giştîre bidin diyarkirin. Hinek sedemên ku dayîn kifşkirin ew bi xwe jî lê ne bawerin.
Belkî ev bê helwestî jî dibe sedemê ku HDP di siyaseta xwe ya çewt de berdewame.
Siyaseta li ser şer û kuştin û wêrankirinê tê kirin bê armance û ne di berjewendiyên kesekî de ye.
Mixabin li Bakur hestên netewî ne stebane. Behtirê îdeolojiya rêxistina piranî çepin yan di bandora dîtinên çepitîyê de ye , rêya siyasî û helwesta siyasî de ev yek xwedî bandore.
Li Bakur bi tevahî heta ku berjewendiyên netewî nebin pîvan ji bo tevgera azadixwaz a Kurd, dê her tujî çewtiyan bibin.
Nûçe /Analîz