Hilbijartin û rastiya Kurda!
Hilbijartinên herêmî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê çêbûn. Di tevahiyê de , taybetî li Tirkiye de CHP serkeftinek destve anî. Ji sala 1977ê ve , ev cara yekem e CHP di hilbijartinekî de dibe partiye yekem. Bê guman ev yek ji bo aliyê siyaseta Tirkiye girîng e. Lê dê ev yek di van çar salen de yanî heta hilbijartinên giştî, dê bandorek çewe li ser civakê bike gelek ne zelale. Niha pirs ewe ku , gelo dê CHP di hilbijartinên gîştî de bikaribe heman serkeftinê destve bîne yan na?
Ev yek bi temamî rewşa Tirkiye ve girêdayîye. Lê gerek bê dîtin ku, sedemek bingehîn a serkeftina CHPê di xeletiyên AK Partiyê de weşartiye. Xalek din heye ku, li metropolên Tirkiye gelek dengderên DEMê ber bi CHPê ve çûne û ev yek dê pêşerojê de berfirehtir bibe.
Li Kurdistanê rewş cuda bû. Vê carê faktora partiya Refahê jî derket holê. Bajarek wek Rihayê hilbijartinên sala 2009ê de, AK Partiyê ji % 60 deng destve anîbûn. Niha Refahê ew deng ji AK Partiyê wergirtin û bû partiya yekem. Ev kesayeta berbijêran ve girêdayî ye. Li Adiyamanê hilbijartinên parlementoya Tirkiye de AKPÊ ji 5 parlementeran 4 destve anîn CHPê tenê parlementerek destveanî bû. Lê van hilbijartinan de piştî çendîn salan şeredariya Adiyamanê CHPê kar kir. Wekdin gelemperî li bajarên Kurda hilbijartin navbeyna AK Partiyê û DEMê re derbas bû.
Piranî xelk ji siyaseta AK Partiyê ne razîbûn. Taybetî li bajarên Kurda AKP wek komek organize kirî ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî siyaset dikiran. Dezgehên dewletê di xizmeta AKPê de bûn. Gelek bajaran serokên AKPê, parlementerên AKPê yên bajêr û walî wek gurubekî ji bo berjewendiyên xwe dixebitîn. Pişta xwe dabûn xelkê û berê xwe dabûn berjewendiyên kesayetî. Hemû ranta bajêr ji bo wan bû. Ev yek bibû sedemek ku, xelk dixwest li dijê AKPê helwestekî deynin. Yanî sedema ku gelek cihan DEM serkeftin destve anî , siyaseta AKPê ya xelet bû. Ji aliyek din li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê, faktora HUDA PAR, REFAH ê jî rolek di windakirina AKPê de leyizt. HUDA PAR û REFAHê di gelek navçeyan de û hinek bajaran tewezina denga têkbirin. Yanî li gel AKPê ne di nava tifaqîdebûn. Li Bajarên biçûk rijeya çend dengan carê bandor li encamê dikira.
Vê carê di nava DEMê de, hinek dengên Kurdewarî bilindbûn. Vê yekê baweriyek peyda kir ku, di bingehê DEMê de Kurd ji çepitiyê berê xwe didin Kurdewariyê. Gelek babetan de hinek kesayetên di nava DEMê de û çepên Tirkên di DEMê de serdest peyamên cuda û dijê hev didan.
Lê rastî gerek bê zanîn ku, tu cara ew siyaseta ji Qendîl tê dîzayn kirin, nabe siyasetek ji bo destkeftiyên netewî û Kurdistanî. Gerek Kurd vê rastiyê bibînin. Dema PKK dikeve tengasiyê de, tektîka peyda dike û di vê yekê de gelek jîrin.
Piştî 8 sal bêdengiyê Leyla Zana derket holê. Leyla ji aliyî Qendilve hatibû bê dengkirin. Ji aliyê Qendilve qedexeyek li ser hatibû danîn. Lê dema ji wan re pêwist bû bang kirin û Leyla Xanim wek tiştek nebûyî, derket holê û tevgera.
Tişta ku PKKê anî serê Selahattin Demirtaş û hevjîna wî Başak Demirtaş baş tê zanin. DEMê bi fermana Qendil Başak Demirtaş nekir berbijêrê Stanbulê. Pê leyiztin, heta Demirtaş bi awayekî tehdît kirin. Ji bo Başak xanim daxwaza berbijêriya xwe bi dilê xwe şûnve bikşîne, birayê Selahatin , Nureddin Demirtaş ji Qendilê bi rêya telefonê jinbira xwe tehdît kir . Tiştên rûdayin têne zanîn. Lê me dît ku Başak Demirtaş li Wanê xwepêşandanan de cih stand. Gelo ev yek bi dilê xwe kir yan sedemek din hebû?
Niha ev tiş hemû ji rastiya siyaseta PKKê derdikevin holê. Lê kêşe ewe ku partiyên Kurda, dam û dezgehên Kurda bi vê yekê tênagihin û naxwazin têbigihin jî.
Berê xwe bidinê, li hinek deverên Çolemêrg û Şirnexê, gelek eşîr çekên dewletê rakirine, ji dewletê miaş werdigirin, pêwendiyên wan li gel başûrê Kurdistanê gelek başin, lê dengê xwe didin DEMê. Gelo ev yek tu cara hatiye nirxandin. Yan jî lêkolînek di vê derbarê de hatiye kirin?
Gerek aliyên Kurd li bakurê Kurdistanê baş bizanibin ku,heta rastiya civata xwe nizanibin, di derbarê tehribatên siyaseta Dewletê û PKKê bi hemanhengiyekî peyda kirîn neyên zanîn û ev yek vekirî neyê eşkerekirin, dê li bakur Kurd her tim mehkumê siyaseta PKKê bin.
Di hilbijartinan de AKPê, CHPê yan jî DEMê serkeftina destve anîn, ne gelekî girîng e. Lê mixabin Kurd li bakur winda dikin. Malxirabîna mezin eve û kesek naxwaze vê rastiyê bibîne. Heta hevsarê DEMê di destê Kemalistên Tirk de be û kesayetên wek Hesen Cemal û Cengîz Çandar akilmendê DEMê bin, dê DEM ji bo berjewendiyên netewî asteng be.
Nêrîn/Şirove
N.Firat