Polîtîk
Hilbijartin dê li seranserî Kurdistanê were kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragiahnd, hilbijartin nayê paşxistin û dê li seranserî Herêma Kurdistanê jî were kirin.Şandeka PDKê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî bi serokê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê, Berhem Salih û Nêçîrvan Barzanî li ser naveroka hevdîtinê daxuyanî dan.Nêçîrvan Barzanî di bersiva gotinên berpirsekî YNKê bi navê Ferîd Eseserd, ku gotibû, eger PKD gelekî hez dike bila li deverên di bin destê xwe de hilbijartinê bike! got, biryara encamdana hilbijartinan ji aliyê hikûmetê ve hatiye dayîn ne ji aliyê PDKê ve. YNK jî yek ji şirîkên mezin yên hikûmetê ye. Ji ber wê jî hilbijartin dê li seranserî Kurdistanê were kirin.Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku heta niha ti partiyekî bi fermî daxwaza paşxistina hilbijartinan nekiriye û got, jixwe em ti behaneyekê bo paşxistina hilbijartinan nabînin.Serokê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê Berhem Salih jî axivî û ragihand, ewê partiya xwe ji nû de organîze bikin ji ber wê jî beşdarî hilbijartinên Kurdistanê nabin.Berhem Salih di bersiva vê pirsê de ku gelo rast e PDK û YNK dixwazin wî wek namzedê serokomariya Iraqê destnîşan bikin, jî got, na tiştekî wisa nîne. Ne min xwe namzed kiriye ne jî partiya min ez kandîd kirime.