Cîhan

Hikûmeta nû ya Swêdê: Pêdivîya Kurdistanê bi alîkarîya însanî heye

Serokwezîrê nû yê Swêdê Stefan Löfven îro (03.10.2014) hikûmeta xwe pêşkêşî parlamentoyê kir. Löfven di axaftina îlankirina hikûmetê de li ser rewşa li Îraq û Sûrîyê jî rawestîya û got: ”Pêdivîya hikûmeta Îraqê û herêma Kurdistanê bi alîkarîyeke acîl ya însanî heye ji bo karibe rewşa derketîye holê çareser bike”.

Stefan Löfvend got gereke Swêd di sîyaseta derve de bi azadîxwazîya xwe bibe welateke mînak.

          Şerê li Sûrîyê û terora Dewleta Îslamî ku, bi DAÎŞ tê naskirin, ji bo ewlekarîya navnetewî talûkeyeke ciddî ye. Gereke ew qirkirina etnîkî ya tê meşandin bê rawestandin. Hikûmeta Swêdê têkoşîna Neteweyên Yekgirtî ya li hemberî DAÎŞê destek dike.

Stefan Löfven ji bo wezîrtîya karê derve Margot Wallström wezîfedar kir. Wallström a ku komîserîya Yekîtiya Ewrûpayê kirîye sîyasetmedarek bi tecrûbeyeke mezin ya ji xebata navnetewî ye.

/Radyoya Zayele

Back to top button