Hikûmeta Kurdistanê yasaya budceya Îraqê dinirxîne
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 27.01.2019ê li bajarê Hewlêrê, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî Serokwezîr û bi amadabûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da civiya.
Civîn ya taybet bû bi nirxandina yasaya budceya Îraqa Federalî ya sala 2019ê ku di roja 23.01.2019ê de ji aliyê parlamentoya Îraqê ve hat pesind kirin. Her yek ji wezîrê darayî û aborî û sekreterê civata wezîran di raportekê da behsa made û bendên erêniyên yasaya budceya Îraqê ku hêşta neketiye di warê piraktîkê de kir.
Civata wezîran sipasiya hemû aliyan kir ku rol di dariştin û pesindkirina yasaya budceyê da li parlamentoya Îraqê hebû, bi taybetî sipasiya serokwezîr û wezîrê darayî yên hikûmeta Îraqê, fraksyonên kurdistanî, bi taybetî endamên komîteya darayî li parlamentoya Îraqê û tîma hikûmeta Herêma Kurddistanê hat kirin.
Civata wezîran bi erênî yasaya budceya Îraqa federalî ya sala 2019ê nirxand û diyar kir ku ji yasayên salên borî baştire û herçiqas ne li gor daxwaz û mafên destûriyên Herêma Kurdistanê ye lê made û bendên erênî tê da hene. Civata wezîran hêvî xwest ku di sala 2019ê da pirsa darayî yên navbera Hewlêr û Bexdayê da di çarçoveya destûrê da çareser bibin.
Wezîrê darayî û aborî yê Herêma Kurdistanê xerciyên girêdayî miaş, dermal û îmtiyazatên darayî yên din û ew dahatina ji bo timama miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê bo sala 2019ê eşkere kirin. Civata wezîran tekîd kir ku ji karên pêşîneyên hikûmetê dê dabînkirina dahatiniyê pêwîst ji bo nehêlana paşkeftê miaşan be.
Li dor bûyerên Şiladizê, Civata Wezîran nerehetî û dilgiraniya xwe li hember wan bûyeran diyar kir û ji malbatên şehîdan ra sersaxî xwest û ji birîndaran ra jî çakbûneke lezgîn xwest. Civata wezîran tekîd kir ku kesên dest di guhertina arasteya xwepîşandana rêpêdayî û yasayî da ber bi karên têkderan hebû, dê rûbirûyê yasayî bin û ji bona vê yekê jî aliyên peywendîdar lêkolînê li ser vê meselê dikin.
Civata wezîran tekîd kir ku çênabe xaka Herêma Kurdistanê ji bo êrîşkirina ser dewletên cîran bê bikaranîn û hêcet ji wan dewletan ra bê dan ku deverên ser tixûban bombebaran bikin û hevwelatiyên Kurdistanê baca wê yekê bidin.