Hikûmeta Kurdistanê rewşa karker, kirêçî û kargehan dinirxîne
Ji ber bêkarbûna karkerên kerta taybet û ragirtina projeyan, Desteya Veberhênanê hêsankariyê dike ji bo wergirtina rêpêdana vekirina wan kargeh û projeyên dixwazin berî dawî hatina qedexeya hatin û çûnê dest bi karkirinê bikin.
Biryare li civîna îro ya Encûmena Wezîrên Hikûmeta Kurdistanê da guftûgoyê di derbarê rewşa karker û kirêçî û kargeh û projeyan bê kirin.
Muxlîs Selîm Birêveberê Giştî yê yasayî û kargêrî û darayî ya Desteya Veberhênanê ragihand, ew kompanya û kargeh û projeyên dixwazin dest bi kar bikin, dikarin daxwaza rêpêdanê bikin û li gor merc û rênimayiyên tendirustî dest pêbikin.
Li Kurdistanê nêzîkî 29 hezar û 400 kompanyayên navxweyî û biyanî û nêzîkî pênç hezar kargeh hene. Ji ber belavbûna virusa Korona û qedexeya hatin û çûnê beşekî zêde hatine girtin.