Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê: PKK û Tirkiye şer bibin derveyê Herêma Kurdistanê

Wezareta Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek di derbarê êrîşa îro ya artêşa tirkiye ya li ser Sîdekan belavkir û ragihand “Pêwîste PKK û tirkiye şer û pevçûnên xwe bibin derveyê axa Herêma Kurdistan û Iraqê û êdî xelkê me nekin qurbaniya wê pevçûnê”.

Li daxuyaniyê de Wezareta Navxweya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da naveroka dema encamdana êrîşê hatiye belavkirin ku demjimêr 14:45 xulekan roja sêşemê 11ê tebaxê li navçeya Bradost bûye. Dema hêzên pasevanê tixûb ser bi Hikûmeta Iraqê mijulî pirkirina wê valahiyê bûn ku li xalên tixûbiyan peydabûye bi mebesta dûrxistina gefa şer li nîştecihên navçeyê ji aliyê firokeyeke leşkerî ya tirkiyê ve otombêlêke hêza pasevanê sînor kirine armanc.

Her wiha daxuyaniyê de balkişandiye li ser şehîdbûna du efserên hêzê ku bi navê (Emîd Mihemmed Reşîd Silêman, Fermandeyê Lîwaya du ya pasevanê sînor) û (Eqîd Zubêr Halî Taceddîn Fermandeyş Fewca 3 ya Lîwaya du ya pasevanê sînor). Her wiha birîndarbûna (Eqîd Hîsamedîn Abdulrehman Hesen).

Back to top button