Kultur

Hikûmeta Kurdistanê piştgiriya kar û azadiya rojnamegeriyê dike

Hikûmeta Kurdistanê di 118 saliya roja rojnamegeriya kurdî û derketina yekem rojnameya kurdî bi navê Kurdistan de, pîrozbahiyê li Sandîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û timama rojnamevan û mediyakarên kurd û Kurdstanê dike û ji kar û xebatên wan re serkefitnê dixwaze:- Rojnamevanên kurd û Kurdistanê ka çawa di qonaxên tekoşîn û şoreşê de, bi pênûsên xwe roleke diyar û ber bi çav di azirandina hesta neteweyî û berxwedanê de hebû, di qonaxên azadiyê jî de roleke diyar di warê hişiyarkirina civakê û bi awayekî aktîv beşdarî di pêşketin û pêşxistina warên modern li Kurdistanê de hebûye, niha jî, dema Kurdistan di şerê dijî terorê de ye, roleke bi bandor di piştevaniya pêşmerge û gihandin û guhastina mêrxasiya pêşmerge û bûyeran de dilizin.Hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe de, destxweşiyê li rojnamevanan û mediyakarên Kurdistanê dike û tekîd dike ku, hikûmet bi timamî piştgiriya kar û azadiya rojnamegeriyê dike û hemû hevkarî û hêsankariyan ji bo serketina erka rojnamgerî û rojnamevanan pêşkeş dikeDi heman demê de hikûmeta Kurdistanê daxwazê jî jirojnamevan û mediyakaran dike ku, hertim pîşeyîbûnê di kar û erkên xwe de biparêzin

Back to top button