Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê li Silêmaniyê civiya

Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, îro 29ê gulanê bi amadebûna Îmad Ehmed, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê civiya.

Di destpêka civînê de, serokwezîrê got ku, ew duhî digel walî û berprisên îdariyên Silêmaniyê civiya bû û ji nêzîk haydarî gelek arîşe, pirsgirêk û pêdawîstiyên Silêmnaiyê bû di vê çarçoveyê de gelek zaniyarî komkirine û biryar da ku, av civîna civata wezîran ku, li Silêmaniyê tê kirin, taybet be bi dîtina çareseriyan bo pirs û arîşeyên wê wîlayetê.

Serokê hikûmetê got jî ku ev civîn bi beşdariya waliyê Silêmaniyê derfetek başe ku, jê nêzîk ve rêyên çareseriyê, danan bername, pilan û mekanîzmeke minasib bo çewaniya dabînkirina pêdawîstiyên bajêr û ji bona çareserkirina hemû giriftariya biryarên pêwîst bê dan.

Nêçîrvan Barzanî bi navê serokatiya civata wezîran sipasiya walî û îdareya wîlayeta Silêmaniyê kir û got:

– Ji dema destbikarbûna kabîneya heftem a hikûmeta herêma Kurdistanê û heta nuha, miqayîse digel berê, kar û pirojeyên baş û ber bi çav li Silêmaniyê hatinr encam dan û îdareya kar û pirojeyan bi başî bi rêv diçe. Pêngavên piraktîkî ji bona kêmkirina rotîn û baştir birêveçûna karûbarên îdarî li wîlayetê hatine avêtin.

Di civînê de tekîd li ser wê yekê hat kirin ku, divê hemû wezîr digel walî û berpirsên îdariyên wîlayetan bicivin û jê nêzîk ve haydarî rewşa wîlayeta û pêdawîstiyên wan bibin.

Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê di axaftinekê de behsa giringiya serdana serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo Silêmaniyê kir û hêvî xwest ku, sazkirina civîna civata wezîrên Kurdistanê li Silêmaniyê bibe hokarê çareserkirina piraniya pirs û pirsgirêkan û got jî ku, encamdna civîna civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê li Silêmaniyê geşbînî li ba xelkê wîlayetê çêkiriye û çavê wan li encamên civînê ye.

Back to top button