Polîtîk

Hikûmeta Kurdistanê daxwazek ji Hikûmeta Iraqê dike

Îro Civata Wezîran bi Serokayetiya Mesrûr Barzanî Serokê Civata Wezîran û bi amadebûna Qubad Talebanî Cîgirê Serok Wezîran civiya.

Li civîna ku bi rêya vîdeo konferans birêveçû û têda behsa babeta Koronayê û xweparastina welatan hate kirin û hate diyar kirin ku hê jî metirsiya Koronayê heye û divê welatî pêgiriyê bi rêkarên tendirustiyê bikin.

Civata Wezîran ji ber hatina meha Remezana Pîroz, pîrozbahiyê li hemû misilmanên Kurdistanê kir û ragihand ji bo parastina hemû welatiyan dergehên mizgeftan û cihên din yên îbadetê niha nayên vekirin.

Di civînê de Civata Wezîran daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kirin ku pêgiriyê hêjayên darayî yên Herêma Kurdistanê û babetê mûçeyan bike û li hember da Herêma Kurdistanê jî amadeye li gor destûrê pêdiviyan bi cîh bîne.

Back to top button