Hikûmeta Kurdistanê cejna Newrozê pîroz dike
Bi minasibeta hatina cejna Newrozê, hikûmeta herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî kurdistaniyan dike û tê de bi germî pîrozbahiyê li malbatên şehîdan, pêşmerge, hemû gelê kurd û kurdistaniyan dike:
– Bi minasibeta hatina cejna pîroza Newrozê û sersala nû ya kurdî, cejna bihar, azadî û nûbna jiyanê, em bi germî pîrozbahiyê li malbatên şehîdan, pêşmerge, hemû gelê kurd û kurdistaniyan, li her cîyê lê bin, dikin.
– Em hêvîdar in ku, Newroza îsal cejina kameranî, mokimbûna pêkvejiyan, lêbornînî û bidesrvehatina hemû hêvî, xewin û xwestekên kurdistaniyan û serkeftina biyekcarî be.
Hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe de dibêje ku, ew hêvîxwaz in kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê bi beşdariya hemû aliyan pêk bê û bi hev re pêngavan ji bo baştir xizmetkirin û dabînkirina xweşjiyanîyê û bo kurdistaniyan pavêj e.