Polîtîk

Barzanî: Em pêkve bihêzîn û pêkve serdikevin

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê

Pir bi dil pîrozbahiya cejna neteweyî ya newrozê li we dikim. Hêvîdarim her dem li xweşî û bexteweriyê da bin. Pîrozbahiyê li hemû takekî Kurd û malbata serbilindê şehîdên rêya azadiya Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman dikim.

Newroz ji bo me hemûyan wateya serkeftin û hêvî û destpêkekî nû dide. Gelê me li rêya xebat û azadîxwaziyê da gelek êş û jan kişandiye û qurbaniyên bê hejmar daye. Dixwazim ji wê yekê bawer bin ku xebat û qurbanîdana we bi vala naçe û paşarojeke geş li benda Kurdistanê dike. Baweriya min bi hêz û şiyan û xweragiriya we yên serbilind heye û bi palpiştiya xwedayê mezin û we yên azîz, Kurdistan li ser hemû astengan da serdikevê û zêdetir pêşketinê bi xwe ve dibîne.

Li vê helkefta neteweyiyê da daxwaz ji hemû aliyek dikim hewla kûrtirkirina yekrêzî û tebayî û çanda pêkvejiyan û aştîxwaziyê da bin. Em pêkve bihêzîn, pêkve serdikevîn û pêkve welatê xwe pêş dixîn. Daxwaz jî li hemwelatiyên xweşdivî dikim li şadî û seyranên xwe da tika dikim jîngeh û ciwanî û xwezaya Kurdistanê biparêzin.

Newroza we pîroz

Her bijîn li xêr û şadiyê da

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

20.03.2014

Back to top button