Hikûmeta Kurdistanê 15 hezar kesan dadimezrêne
Li kombûna dawî ya Encûmena Wezîran de, biryar hate dayîn piştî Hilbijartina Parlemenê 15 hezar kes bi pileyên wezîfî têne damezrandin û ji bo vê mebestê jî lîjneyek ji çend Wezîrek pêkhatiye.
Seîd Xalid Wezîrê Herêma Kurdistanê yê Karubarê Parlemena Kurdistanê ragihand ku li kombûna dawî ya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de, biryara pêkanîna lîjneyekî bilind hatiye dayîn ku ji Wezîrên (Darayî, Plandanan, Karubarê Civakî û Serokê Fermangeha Hemahengî û Dûvdaçûnê) li Encûmena Wezîran yê Rêkxistina Karubarê damezrandinê ya sala 2013 ku 15 hezar kesan damezrandinan li xwe digre.
Xalid da zanîn ku biryare piştî hilbijartina Parlemena Kurdistanê li 21.09.2013 de, damezrandina 15 hezar kesan destpêdike, ku bi heman mekanîzma salên derbasbûyî dibe. Her wiha got damezrandina îsal li gor pêwîstiya wezaretan dibe.