Polîtîk

Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa ser nexweşxaneya Xezayê şermezar kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa ser Nexweşxaneya El Ehlî ya Baptist a Xezayê şermezar kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku ji bo paraztina welatîyên bêguneh û sivîl zêdetir hewl bidin û êrîşa ku di encamê de zêdetirî 500 kesan jiyana xwe ji dest dabûn şermezar kir.

Di êrîşa ser Nexweşxaneya El Ehlî ya Baptîst a Xezeyê de herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan û ev hejmar zêde dibe. Her çiqasî medya û alîgirên Hamas û Filistînê êrîşa ser nexweşxaneyê dixin stuyê Îsraîlê jî, heta niha kes nizane kê ev êrîş kiriye.

Li gor berdevkên Îsraîlê, Hamas û grûpên cîhadperestên îslamî ji bo berpirsiyarîyê têxin stuyê Îsraîlê û Îsraîlê di awira giştî de gunehbar bikin, ev êrîş kirine.

Back to top button