Hikûmeta Bexda û Hewlêrê li hev kir
Hikûmeta Îraqê li ser piraniya daxwazên herêma Kurdistanê razî bû û rêkeftineke digel şandeya herêma Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê îmza kir û her du aliyan li ser mekanîzmeke minasin bo cîbicîkirina xalên wê rêkeftinê li hev kir.
Li gor çavkaniyên çapemeniyê hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa federal li ser van xalan li hev kiriye:
1- Hikûmeta Îraqê heqdestê kompaniyên biyanî yên li herêma Kurdistanê di warê neftê de kar dikin bide. Weke tê zanîn dema perlamentoya Îraqê bêy dengên parlamenterên kurd budceya Îraq ya sala 2013ê pesind kirî, heqdestê kompaniyan tê de nehatibû diyar kirin û ev yek jî bo sedemê ku parlamenterên kurd û wezîrên kurd ji Bexdayê vegerin Hewlêrê. vkirina nûneratiya hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê û nûneratiya hikûmeta Bexdayê li Hewlêrê.
v
2- Hikûmeta Îraq budceyeke taybet bo pêşmergeyê Kurdistanê dabîn bike û meaşê pêşmergeyan bide.
3- Hêzên Îraqê û pêşmerge li deverên kurdistaniyên dervey îdareya herêma Kurdistanê di warê parastina asayîş û emniyetê de hevkarî û hevahengiyê bikin.
4- Wezîrê kurd vegerin Bexdayê û beşdariyê di civînê civata wezîrên hikûmeta Îraqê de bikin.
5- Parlamenterên kurd vegerin Bexdayê û beşdariyê di civînê parlamentoya Îraqê de bikin.
6- Qanûna neft û gazê ku, sala 2007ê were amadeye û ji ber nakokiyên siyasî nehatiye pesind kirin. Ew qanûn biçe parlamentoya Îraqê û li gor reşnivîsa sala 2007ê bê pesind kirin.
7- Herêma Kurdistanê li ser hilbirîna di warê neftê de berdewam be, neftê bo derve rê bike.