Civak

Hikûmet xwendekarên Kurd yên li Rusya û Ermenîstanê vedigerîne

Serokê Lîjneya Peywendiyên Derve li Parlemena Kurdistanê eşkere kir ku Niha karê li ser vegerandina xwendekarên Kurd li her du welatên Rusya û Ermenîstanê bo vegerana Kurdistanê dikin.

Dr Rêbwar Babkeyî Serokê Lîjneya Peywendiyên Derve û Çanda Kurdî li derve ya li Parlemena Kurdistanê got: Eve 20 roje berdewam xelkê me li derve peywendiyê bi me ve dike, li derve ne û ji ber girtina rêyan nikarin qesta Kurdistanê bikin û zêdetir ew xelkên xwendekarin li welatên Qibris, Tirkiye, Ermenîstan, Rusya bi hevkariya Wezareta Navxwe û Fermangeha Peywendiyên Derve karîne 600 xwendekaran ji welatê tirkiye (300) xwendekaran li welatê Qibris vegerînîn Kurdistanê û bêne karantîne kirin. Bi spasiyê ve hatina van xwendekaran li ser erkê‌ hikûmetê bûye.

her wiha Endamê Parlemen eşkere kir ku niha kar li ser vegerandina xwendekarên Kurdistanê ewên li welatên Ermenîstan û Rusyayê dikin ku wan vegerînin. ji ber ku dizanin rewşa Herêma Kurdistanê ji şewba Koronayê emintire. Ji bilî wê xelkê li welatê Hîndistanê heye ku kar li ser vegerandina wan ya Kurdistanê jî tê kirin‌.

Babkeyî eşkerekir ku hejmara xwendekarên Kurd li Ermenîstanê 200 Rusya hê hejmar negihiştiye me, bi hêvî ne wekî berê hikûmeta Herêmê‌ zivirandina wan xwendekaran bi stuyê xwe ve bigre.

Back to top button