Li dor hebûna bingehekî arteşa Tirkiyeyê li nêzîkî bajarê Mûsilê, Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji bo malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje: Di çarçoveya hevpeymaniya navdewletiya dijî DAÎŞê de, di dawiya sala borî da welatê Tirkiyeyê li Soran û li Qelaçolan du bingehên meşiq û rahînanê yên taybet bi pêşmergeyê Kurdidtanê vekiribûn û di heman demê jî de bingehekî din jî ji bo meşiq û rahînanê bi hêzên din yên Îraqê li Mûsilê vekiribû û di warê leşkerî de alîkarî dike. Bi armanca berfirehkirina bingehê meşiq û r ahînanê yê li nêzîkî bajarê Mûsilê, hikûmeta Tirkiyeyê, di van rojan de,hindek pispor û alavên pêwîst gihanidne wî bingehî.Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanî 05.12.2015Weke tê zanîn di mediyayê de tê îdiya kirin ku bi hezaran leşkerên tirk bi top, tank û cebilxaneke mezin ve hatiye derdûra bajarê Mûsilê. Vê yekê rêaksiyonên cuda li pey xwe anîn û hikûmeta Îêraqê ku Şîye seroaktiya wê dikin, her zû daxwaz kir ku leşkerên tirk vegerin. Lê Suneyên Îraqê xwe bêng kirine û ew Tirkiyeyê weke piştevanek ji xwe re dibîn, hin alî jî vê yekê nîşanên destpêkê yên vakirina herêmeke Suneyan destîşna dikin.