Li daxuyaniyeka taybet ji bo Malpera KRG, Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê hebûna hêzên Tirk li devera Başîk ragihand:Piştî êrişa DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê û Îraqê, welatên hevpeyman û gelek welatên din alîkarî yên leşkerî û perwerdeya leşkerî pêşkêşê Herêma Kurdistanê û Îraqê kirin.Her di vê çarçovê de, Bi haydarî û razîbûna Wezîrê Berevanî û Hikûmeta Îraqa Federal, du binkeyên perwedeya leşkerî li Duberdan û Başîk li nizîk Musilê hatine vekirin û amanca wan jî perwede a leşkerî bo polîs û hêzên xwebexşên Parêzgeha Neynewa ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêsankarî ji bo vê pirosêsê kiriye. Pisporên leşkerî yên Tirk li du cihan perwerde a leşkerî bi polîs û hêzên xwebexşên Parêzgeha Neynewa kirine û Wezîrê Berevaniya Îraqê serdana binkeyên perwedeya leşkerî yên Tirk kiriye.Li dervey vî yekê, Serokatiya Herêmê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê haydarê çi programeka din nînin.
Pêş
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyoza Fînlandayê kir
Balkêş e ?
Close - Çekên PKK radest bikê, dê bêne şewitandin03/07/2025