Pirosêsa dahata petrol û gazê bihêztir bibe

Girêbesta hûrbînî ya serbixwe ji bo dahat û xerciyên petrol û gaza Herêma Kurdistanê navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Kompaniya Deloitte hate îmza kirin.Girîbest di rêûrsmekê de ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistan  Neil hargreaves û Robert Hanlon Nûnerên Kompaniya Deloitte hate îmzakirin.Nêçîrvan Barzanî di peyvekê de îmza kirina girêbest ji bo hûrbênî li dahata petrolê bi giring daye zanîn, ku Kompaniya Deloitte yek ji çar kompaniya yên mezinên navdewletî ye û dabîn kirina şefafiyeta zêdetir bi manaya pabend bûna hikûmetê ye  ji bo piroseya reformê.Her wiha hêvî xwest bi vê awayê bawerî navbera gel û aliyên têkildar bi pirosêsa dahata petrol û gazê bihêztir bibe, ku hikûmet raportên vê kompaniya navdewletî dixe berçavê aliyên têkildar û welatiyan.Li gor vê girêbestê, kompaniya bi awayekê serbixwe hûrbîniyê ji  bo tevahiya piroseya berhem anîn û firotin û dahata perol û gaza Herêma Kurdistanê  û herwiha  mafên darayî yên kompaniya yên petrolê li Herêma Kurdistanê dike.Hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha tevî Kompaniya E&Y girêbesteka din ji bo hûrbînî li Sektora Petrola Herêmê imza dike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: