Civak

Hêzên Şîe li ser Kurdistanê xeterin

Li başûrê Kurdistanê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gelek serkeftî şerê DAÎŞê kirin û dikin.Xaka Kurdistanê ji destî teroristên DAÎŞê hate azad kirin. Hêzên Pêşmerge li ser erdê bi awayekî herêmê ji derê Kurdistanê jî azad kir û madda 140ê bi cih kir.Şerê Kurda ne tenê li dijê DAÎŞe. Gelek vekirî hukumeta Bexdayê û eniya Şîe di serî de Îran ji vê serkeftina Pêşmerge ne rihetin.Herweha ji niha ve hêzên Şîe ku wek Heşdî Şebî têne naskirin erîşê kurda dikin û dixwazin bikevin xaka Kurdistanê. Ev hêz girêdayî hukumeta Bexdayê ye û ji aliyê Îranê ve tên perwedekirin.Dema hêzên Pêşmerge li Şingalê amadehiya operasyonê dikiran, vê hêzê jî li Tozxormatu êrîşê malên kurda dikir kurd dikuştin û hewldida vê bajarokî ji kurdan pakij bike.Lê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bi zimanek vekirî da xuyakirin ku cihê Hişdî Şebî li Kurdistanê tuneye û nabê daxilê axa Kurdistanê bibin.

Back to top button