Cîhan

Hêzên rejimê agirbestê binpêdiken

Ev 15 roj li ser hev Hêzên rêjîmê û Milîtanên Hizbulaha tirorist di pirkirina operasiyonên leşkerî de li herêma Wadî Bereda ya dorpêçkirî berdewam in. agirbest binpê kirine û bi hemû cûreyên çekan û ji wan jî yên qedexeya navdewletî bombebaran dikin.Çalakvanan ji herêma Wadî Bereda li gundewarê Şamê gotin ko hêzên Beşar îro sibeha pêncşembê bi çar rokêtên tije gaza kilora jehrîn derdorên gundê Besîma li herêma Wadî Bereda amanc kirin. Û destnîşan kirin ko di encamê de tu qurbanî tune bûn. û gotin ko firokên cengê yên rêjîmê bi du êrîşên asmanî yek ji wan li ser avaniya Kaniyê ket, û wêranî di perestgeha “Xwedawend Tîka” ya Romanî de çêkir, her weha herdu êrîşan deriyê keleha dîrokî di hundirê avahiya kaniya Eyn Elfîce de têk birin.Çalakvanan tekez kirin ko firokên cengê gundên herêma Wadî Bereda doh çarşembê bi bêtir ji 60 êrîşên asmanî armanc kirin, û bêtir ji nîvê wan dijî gundê Besîma û derdora wê bûn, û diyar kirin ko bombebaran bû sedema birîndarbûna çend kesan û avaniyên niştecihan û dikanên bazirganiyê wêran kirine. û gotin ko operasiyona bombebaranê hat di hewildanên berdewam ji hêla hêzên Esed û milîtanên hizbulah ko dixwazin têwirdana deverê bikin.Û ji aliyê xwe ve desteyên çalakvan û dezgehên civaka sivîl li Wadî Bereda ya dorpêçkirî li gundewarê Şamê, ji dewletên çavdêrên peymana agirbestê daxwaz kirin ko fişarê bidin ser rêjîmê û milîtanên wê, da binpêkirinan rawestînin, û wan desteyên çalakvan daxwaz ji Netewên Yekbûyî û Xaça Sor kirin, ku guh bidin rewşa mirovî ya nebaş li herêmê, û soz dan ko dema agirbest cîbicî bibe ew dê bizavê bikin ji bo alavên çaksazkirina kaniya Elfîcê derbas bikin.Herêma Wadî Bereda 13 gund in, 9 ji wan di bin kontrola şoreşgeran de ne, û li dora wê zinîcreke çiyayên bilind ko hêzên Esed û milîtanên mezhebperest li ser wan in, û dorpêçeke tund li ser herêma ku hejmara niştecihên wê 100 hezar in ji sê salan ve çêkirine.Rojavanews

Balkêş e ?
Close
Back to top button