Cîhan

Hêzên rêjîma Sûriyê, û hêzên YPG bi hev re kar dikin

Li bargeha eskerî ya Rûsî li Kefir Cenê li Efrînê, şandên rêjîma Sûriyê, Rûsya û PYD civiyan û li ser hinek xalên sereke li Efrînê li hev kirin. Civîn roja duşemê (01.05.2017) bi serpereştiya Rûsya çêbû û di civînê de ev biryar hatine standin:

  • Hêzên rêjîma Sûriyê, û hêzên YPG bi hev re û bi hevalbendî, odeyeke operasyonan çêdikin û êrîşî ser gundewarên Heleb dikin, bi taybetî rojavayê Helebê û di serî de Idlib ku di destê opozîsyonê de ye û Tirkiyê piştgiriya wê dike.
  • Hêzên rêjîma Sûriyê serbest derbasî nava Efrînê bibin û tu astengî ji wan re dernekevin.
  • Balafirxaneya Minix dîsa were bikaranîn û ji wê derê Rûsa êrîşên ezmanî pêk bînin.
  • Daîreyîn rêjîmê vegerin Efrînê û di destpêkê de, daîreyên medenî, weke nufus, kefreba, maliye û av.
  • Hêzên Asayîşê bikevin nava hêzên polîsan yên rêjêmê.
  • Hinek bargehên muxaberatan ji nû ve werin vekirin, weke Emin Dewle û Emin Siyasî.

Civînê nêzîkî 7 saatan dirêj kiriye û tê çaverêkirin ku di 2-3 hefteyên bêde ew lihevkirin pêk were. Avestakurd

Back to top button