Hêzên me dijê PJAK alîkariya Îranê nekirine
Eve demeke di navbera çekdarên PJAK û hêzên Îranî de şer li devera tixûbên Kurdistana Başûr çêdibin. Li ser vê yekê Îran Başûrê Kurdistanê deverên tixûb topbaran dike. Hat ragihandin ku şer di nav xaka Kurdistana başûr de çêdibe û Îran ketiye di nava Kurdistana Başûr. Di vê derbarê de,
Cebar Yawer sekretêrê giştî yê wezareta pêşmerge ya hikumeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ew îdîyayên efserên îranî ku qaşo piştî şerekê dijwar digel çekdarên PJAKê de hinek ji xaka Iraqê dagîr kir ye, red kirin.
Yawer got ku hemu şer û pevçunên di nêvbera hêzên Iranê û çekdarên PJAKê de di nêv xaka Iranê de çêbûne.
Cebar Ywer ew yek jî eşkere kir ku ji sedema topbarana berdewam a hêzên Iranê bo ser gundên ser sînor, welatîyaka kurd birîndar bûye.
Herweha hate ragihandin ku, hêzên YNK-ê jî di vî şerî de li dijê PJAK arîkariya hêzên Îranî dikin. Di vê derbarê de YNK daxuyaniyek belav kir û got:
“ Malbenda Raperîn ya 24`ê yê YNKê ragihand ku ew gotin û nûçeyên ragihandinên opozisyonê belavkirine ku hêzên YNKê alîkariya Êranê li dijî PJAKê kirine derewîn e.
Wê jêderê da zanîn ku ew nûçe ti carî rast nîn in û ew karekî tevilheviyê di nava rêzên Kurdan de dirust dike û dixwazin rastiyan têkbidin.“