Civak

Hêzên Iraqî dixwazin êrîşê Mexmûrê bikin

Encûmena Asayişa Kurdistanê di daxuyaniyekê de dide xûyakirin ku, hêzên Iraqî û Heşda Şeibî bi hewl didin ku êrîşî navçeya Mexmûrê bikin.Encûmena Asayişa Kurdistanê daxûyaniya xwe de dibêje, ji dema pênc rojan ve Iraq hêzên xwe li derdora Mexmûrê kom dike.Heşda Şeibî bi niyaz e êrîşî ser riya Giwêr – Dîbege – Dubiz bike.Daxûyaniyê dibêje ku, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo rêgirî li derketina şer, hêzên xwe ji Mexmûrê vekişand.Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike wê hewlê şerfirotanê rawestîne. Herwiha daxwaz ji civaka navdewletî kir, şermezariya wê serederiyê bike û ji bo destpêkirina danûstandinan fişarê bixe ser Bexdayê.

Balkêş e ?
Close
Back to top button