Polîtîk

Hêzên amerîkî ji Iraqê venakişin

Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê, şêx Ceifer şêx Mistefa ragihand, hêzên Amerîka ji Iraqê venakişin.

Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê, şêx Ceifer şêx Mistefa ji BasNewsê re got, rewşa ku niha li Iraqê heye, gelekî aloz û metirsîdar e. Ji ber wê jî divê em yekdeng û yek helwest bin.

Şêx Ceifer şêx Mistefa kêfxoşiya xwe jî nîşan da ku niha yekdengiyek di navbera  hêzên siyasî û gelê Kurdistanê de çêbûye û got, ez hêvîdar im pêngavên baştir di vî warî de bên avêtin.

Cîgirê serokê Herêma Kurdistanê behsa deverên Kurdistanî yên li derveyî Kurdistanê jî kir û got, valahiya ewlehiyê roj bi roj li wan deveran zêdetir dibe, ev jî metirsîdar e.

Wî berpirsê Herêma Kurdistanê behsa metirsiyên DAIŞê jî kir û got, hêzên hevpeyman piştî kuştina Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Mihendis tevahiya xebatên xwe yên li dijî DAIŞê dan sekinandin. Helbet DAIŞ vê yekê firsend dibîne da ku xwe aktîf bike û dest bi êrişan bike. Ji ber wê jî divê hêzên Pêşmerge amade û hişyar bin. Bi taybet li wan deverên ku ne di bin destê Herêma Kurdistanê de ne.

Li ser vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê jî cîgirê serokê Herêma Kurdistanê got, hêzên Amerîka ji Iraqê venakişin, ew tiştên ku tên behsakirin jî tenê gotegot in. Pêwendiyên me bi hêzên hevpeyman û Amerîka re didomin. Lê wan li Herêma Kurdistanê jî xebatên xwe dane sekinandin. Helbet ev demkî ye.

Back to top button