Hêzên Amerîkî 2 gerên çavdêriyê li Qamişlo û Dêrikê kirin
Hêzên Amerîkî yên Rojavayê Kurdistanê 2 gerên çavdêriyê yên nû li bajarên li Rojavayê Kurdistanê û li nêzîkî sînorê Tirkiyê kirin.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo Ekrem Salih da zanîn, îro gereke hêzên Amerîkî ji bajarê Dêrikê destpê kir û piştre li Çilaxa, Tirbesipiyê, Qamişlo encam da û vegeriya binkeya xwe li gundê Hîmo.
Peyamnêrê me da zanîn jî, hêzên Amerîkî xaleke nû ya serbazî ya li rojhilatê Tirbesipiyê li nêzîkî sînorê Tirkiyê ava kiriye, ku ev yekem car e hêzên Amerîkî xaleke serbazî li wê deverê ava dikin.
Peyamnêrê me diyar kir jî, gereke din a hêzên Amerîkî jî li bajarokê Rimêlanê û Çilaxa hat kirin û li nava kêlgehên petrol û gaze geriya û piştre berê xwe da çiyayê Qereçoxê û piştre derbazî bajarê Dêrikê û Eyndîwerê û sêkoşeya sînorî ya Sûriye, Tirkiye û Iraqê.
Amaje bi wê jî da, biryar bû îro gereke hevbeş a Rûsî – Tirkî li wê cihê ku Amerîkiyan binkeya xwe lê avakirine, lê ji ber hebûna gera hêzên Amerîkî, ew gera Rûsî – Tirkî nehat kirin.
Peyamnêrê me diyar kir jî, hêzên Amerîkî piştî ku ji hin binkeyan vekişiyabûn, niha careke binkeyên xwe yên serbazî aktîv dikin, bi taybet li binkeya Qesrik ya di navbera Til Temir û Til Bêderê, binkeya Til Bêder, Şedadê û kêlgeha El Omer li Dêrazorê.