PolîtîkRojev

Hêzek ji bo parastina Şingalê hate damezirandin

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Osman Xanmî li gel Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Ebdulemîr Şemerî serdana parêzgeha Neynewa kir . LI gel berpirs û fermandarên asayişa Neynewa civînek li darxist. Wezirê navxwe ragihand ku, komiteyek Ewlehiyê heye ku dê serpereştiya rewşa ewlehiya devera Şingalê bike. Hereha di çerçova ewlehiya herêmê de ev komite serdana Şingalê û Mexmur jî bike.

Li gora daxûyaniya Xanmi, hêzek ji bo parastina aramiya navçeyê hatiye damezirandin. Tê zanin ku, li gora rêkevtina Hewlêr û Bexdayê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, nabe ti hêzeke çekdar ji bilî polîsan li wê navçeya Başûrê Kurdistanê bimînin.

Back to top button