CivakPolîtîk

Hêza Rizgarî li Xurmato şerê milîsên Şîe dike

Piştî Milisên Şîe Xurmato dagir kirin li himber nişteciyên Xurmato yên kurd qetlîam kirin û mal û dikanên wan şewitandin. Ji bo carek din kurd venegerin Xurmato hemû awayê hovitiyê bi karanin.Piraniya kurdên vê navçeyê koşber bûn. Car caran hinek grubên çekdar êrîşê Heşda Şeibî dikin û ji bo cardi vegerin cihê xwe şer dikin.Hat zanin ku grubek kurd bi navê Hêza Rizgarî hêzek çekdar avakirine û şer dikin.Navçeya Xurmatoyê ser bi parêzgeha Selahedîn e û nêzîkî 100 kîlometre ji navenda parêzgehê dûr e. Tevî bajarok û gundên navçeyê, rêjeya niştecihên Xurmatoyê nêzîkî 220 hezar kes e. Li navçeyê %55 Kurd, %15 Ereb û %30 jî Tirkmen hene.Rûdaw nûçeyek ya xwe de behsa vê hêzê dike û dibêje: Çekdarên Hêza Rizgarî Kurd in û xelkê navçeya Xurmatoyê bi xwe ne. Bi gotina çend çekdarên wê hêzê, ku ji Rûdawê re axivîn, ew şarezayê gund û dol û her ciheke ser bi navçeya Xurmatoyê ve ne û dibêjin, eger rewş wisa berdewam bû, em dê bi şer biçin Xurmatoyê û dawî bi zordariyê bînin ku tînin serê welatiyên sivîl ên Kurd.Firyad Seidullah çekdarekî Hêza Rizgarî ye û yek ji rizgarbûyê operasyona Enfalê ya ji bo cenosaydkirina Kurdan di serdema Sedam Hisêm de ye. Firyad Seidullah ji Rûdawê re dibêje, ji malbata wan a 9 kesî, tenê ew û bavê wî yê kal di jiyanê de mane.Firyad Seidullah berî bûyerên 16ê Cotmehê û dagîrkirina navçeyên Kurdistanî ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ve, pêşmergetî dikir, lê belê niha di nava refên wê hêza bû de çek rakiriye.Seidullah dibêje, ew dixwazin devera Dawûde ya ser bi Xurmatoyê li gef û êrişên Heşda Şeibî biparêzin, lê belê tevî gefa Heşda Şeibî, hêzeke din jî li deverê peyda bûye û bûye gef bo ser deverê.Di vê bareyê de, Fiyad Seidullah ji Rûdawê re got: “Hêzek din peyda bûye ku kes nizane çi ye, ew xelkê belengaz ê ku niha li wî sînorî dijîn, çend caran hatine enfalkirin, em ditirsin ku careke din jî em werin enfalkirin. Em ji bo karê partiyan, karê siyasî û ji bo pile û postan vî karî nakin, em tenê berevaniyê ji kurdatiya xwe dikin.”Li gorî zanyariyan, kesên ku tevlî wê hêza nû bûne, ew kesin ku Heşda Şeibî mal û mulkên wan şewitandine, yan teqandine û yan jî dagîr kirine û tevî wê çendê jî biryara wan hatiye dan.Çekdarên Hêza Rizgarî dibêjin, ew guh nadin gefên Heşda Şeibî û diyar dikin, ku berxwedana Kurd berdewam e û ew dê her serbikevin.Çekdarekî din ê wê hêzê yê bi navê Nazim Hacî Mensûr ji Rûdawê re dibêje: “Tolhildan bi sebr em lê bi zebr e. Bi îzna Xwedê em dê vegerin (Xurmato), em dê her serbikevin. Bila dijiminên Kurd wiha fêm nekin ku em bi dawî bûne.”Mihemed Fazil çekdarekî din ê Hêza Rizgarî ye û dibêje: “Hêza me tekane hêz nîne ku li navçeya Xurmatoyê be, Kerkûkê jî heman êş û derd heye û em daxwaz ji birayên xwe yên ji her çar parçeyên Kurdistanê dikin, ku tevlî me bibin.”Mihemed Fazil herwiha got: “Em ser bi ti partiyekê ve nînin.” 

Back to top button