Hêz û qudreta Rêberê Rûhanî yê Îranê Alî Xameney çi ye?
Rêberê Rûhanî Alî Xameney, ku desthilatdarê herî bilind ê siyasî û olî yê Îranê ye, xwediyê çi erk û desthilatan e? Li pişt perdeya serokatiyek bihêz çi derbas dibe? Ev yek ji bo gelek kesan cihê pirs û meraqê ye.
Li Îranê, Desthilatdariya Rêberiya Ruhanî, desthilatdariya herî bilind a siyasî û olî ya welêt e. Ev desthilatdarî ji hêzên çekdar bigire heta sîstema dadwerî, ji televizyona dewletê bigire heta rêxistinên din ên sereke yên hikûmetê, xwediyê qadek berfireh a kontrolê ye. Rêberê bilind ê Îranê yê niha Alî Xameney çawa di vê postê de hêza xwe bi kar tîne û xwediyê çi erk û desthilatan e? Werin em di pêkhateya siyasî ya Îranê de li rola rêberê bilind binêrin.
MEQAMÊ BILIND Ê SEROKATIYÊ ÇI YE?
Li Îranê Rêberê Bilind wek Rêberê Înqilabê jî tê naskirin û wek serok û desthilatdariya herî bilind a welêt tê hesibandin. Serkirdayetiya Bilind ji aliyê Meclisa Pisporan ve tê hilbijartin û çavdêriya wê tê kirin, lê heta îro ev çavdêrî nehatiye kirin. Rêberê bilind di gelek biryar û tayînkirinên girîng de, wek ku li gor destûrê pêwîst e, gotina dawî heyexwediyê gotina dawî ye
HÊZ Û DESTHILATDARIYA ALÎ XAMENEY
Alî Xameney ji sala 1989ê ve wek Rêberê Bilind yê Îranê kar kiriye. Xameney di warên aborî, jîngeh, siyaseta derve, perwerde û plansaziya netewî de biryarên dawî dide. Her wiha di derbarê şefafiyeta hilbijartinan de jî biryaran dide û dikare hin erkên kabîneya serokkomariyê betal bike yan jî ji nû ve erkdar bike. Hêza wî heye ku rasterast çend wezaretan hilbijêre, di nav de wezaretên Berevanî, Îstixbarat û Derve.
BANDORA LI SER POLÎTÎKA HERÊMÎ YA ÎRANÊ
Ji bilî erkên wezareta karên derve ya Îranê, ku tenê bi protokol û merasiman sînordar e, siyaseta navçeyî ya vî welatî rasterast di bin kontrola rêberê bilind de ye. Wek mînak, balyozên Îranê li welatên Erebî ji aliyê Supaya Quds ve tên hilbijartin, ku rasterast ji rêberê olî re radigihînin. Ev rewş nîşan dide ku rêberê bilind di siyaseta derve de çiqas xwedî bandor e.
GUHERTINÊN DESTÛRÊ Û HÊZA RÊBERÊ BILIND
Li gor destûra bingehîn a Îranê di eslê xwe de hewce dikir ku rêberê bilind bibe melayê herî payebilind. Lê di sala 1989an de bi guhertina makzagonê re hat gotin ku ji bo „Rêbertiyê“ tenê alimekî Îslamê be bes e. Vê guhertinê rê li ber rêberê bilind vekir ku bibe xwedî desthilatek berfirehtir û bandora rêberê bilind li ser desthilatên sivîl û leşkerî yên Îranê xurt kir.
ERK Û QUDRETA WÎ
Rêberê olî yê Îranê ji aliyê Meclisa Pisporan ve tê hilbijartin, ku di heman demê de yekane saziya dewletê ye û erkê çavdêrîkirin, hilbijartin û dûrxistina rêberê olî yê Îranê heye. Ew çavdêriyê dike, tayîn dike û dikare van sazî û hêmanên jêrîn ji kar derxe yan erkdar bike:
· Desthilatdariya Serokkomariyê dipejirîne û dikare bi piraniya du ji sê parên parlamentoyê wî ji kar dûr bixe.
· Serokê Dezgeha Dadwerî ji bo 8 salan,
· Endamên Lijneya Tespîtkirina Karûbarên Fermandariyê ji bo heyama 5 salan,
· Endamên Desteya Bilind a Şoreşa Çandê tayîn dike.
· Ji 12 endamên meclisa paraztina destûra bingehîn 6 ji endamên meclisa şarezayan destnîşan dike û 6 endamên din jî ji nav namzedên hiqûqnasên îslamî yên ku ji aliyê Serokê Dezgeha Dadweriya Îranê ve ji aliyê parlamentoyê ve hatine destnîşankirin û ji aliyê parlamentoyê ve têne hilbijartin.
· Tayînkirina wezîrên paraztin, îstîxbarat, karên derve û zanistê pesend dike.
· Du nûnerên Lijneya Bilind a Ewlehiya Neteweyî,
. Serokê Saziya Radyo û Televîzyona Îranê bo heyama 8 salan. · Îmamên nimêja înê ji bo paytexta her dewletekê,
· Fermandarê hêzên çekdar ên Îranê û fermandarên yekîneyên hêzên çekdar ên Îranê,
· Serfermandarê Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê û fermandarên yekîneyên Supaya Pasdarên Îranê destnîşan dike.
· Birêvebirina siyaseta giştî ya Komara Îslamî ya Îranê. · Çareserkirina kêşeyên ku bi rêbazên kevneşopî nayên çareserkirin, bi rêya Encumena Tespîtkirina Karûbarên Fermandariyê.
· Çavdêriya pêkanîna sîsteman li gor polîtîkayên giştî. · Derxistina biryarnameyên referandumên netewî. · Wek fermandarê giştî yê hêzên çekdar:
· Ragihandina şer û aştiyê.
· Seferberkirina hêzên çekdar.
· Ji bo pirsgirêkên ku ji cudahiyên di pêkhateya hêzên çekdar de derdikevin, dîtina çareseriyan.
Rêberê olî yê Îranê Alî Xameney bi hêz û qudreta xwe ya berfireh di pêkhateya siyasî û olî ya welêt de rolek navendî dilîze.
Xameney ji hêzên çekdar bigire heta sîstema dadweriyê, di gelek waran û di siyaseta navxweyî û derve ya Îranê de xwediyê gotina dawî ye. Ev pêgeha bihêz a rêberê bilind di têgihîştina pêkhateya siyasî ya Îranê de girîngiyek sereke ye.
Ji ber desthilatdarî û qudreta Rêbertiya Bilind, Alî Xameney hewl dide ku kurê xwe Mucteda Xameney di şûna xwe de bi cîh bike û vê qudreta bilind û bi hêz bi dest kesekî din ve bernede.