Polîtîk

Heyeta PAKê Li Amedê Seredana HAK-PARê Kir

Heyeteke PAKê ku ji Cîhgîrê Serokê Giştî yê PAKê Birêz Nurullah Timur, Endamên
Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê birêzan Hanifi Turan û Vahit Aba pêk hatî,
roja 20.12.2019an seredana Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê kirin.

Serokê Giştî yê HAK-PARê yê nû Birêz Latif Epözdemir û rêvebirên HAK-PARê
pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Di vê seredanê de heyeta PAKê pîrozbahîya Serokê Giştî yê HAK-PARê yê nû Birêz
Latif Epözdemir kir.

Herweha di dema seredanê de sîyasetmedar, şaîr û nivîskarê Kurd Birêz Kemal
Burkay jî li Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê bû.

Heyetên PAKê û HAK-PARê û Birêz Kemal Burkay di derbarê rewşa giştî ya
Kurdistanê û Tirkîyeyê de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin.

Hevdîtina heyetên PAK û HAK-PARê di atmosfereke dostane de derbas bû.
20.12.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button