Heyeta Kurdistanê digel parlamentoya Îraqê civiya
Di berdewamiya serdana xwe ya bo Bexdayê de, îro êvarê roja yekşemiyê 30.11.2014ê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re digel Selîm Ciborî serokê parlamnetoya Îraqê civiyan û di civînê de, serokê parlamnetoya Îraqê hêvî kir ku, serdana Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re bo Bexdayê bibe hokarê çareserkirina hemû pirsgirêkên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya wê pêşwaziya gerima ji aliyê serokê parlamentoya Îraqê lê hatiye kirin kir û tekîd kir ku, ew bi nîyeta çareserkirina pirsgirêkan hatine Bexdayê û ew amadene li gor destûrê hemû pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bikin û kêfxweşiya xwe jî li hember wê yekê nîşan da ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkan atmosferekî erênî li Bexdayê tî dîtin.
Barzanî got ku, Îraq di rewşeke xerab de ye û terorîstan îspat kir ku, ew cudahiyê di navbera tu pêkhateyan de nake û teror hemû pêkhateyan dike armanc, ji ber hindê pêwîste hemû bi hev re rûbi rûyê terorê bibin û di vê çarçoveyê de herêma Kurdistanê amadeye hevkarî û hevanegiyê digel aliyên peywendîdarên Îraq û yên hevpeymaniya navdewletî bike.
Di civînê de ku, hijmareke serokfiraksyonên parlamentoya Îraqê jî amade bibiûn, behsa rewşa îro Îraq tê de derbas dibe hat kirin û tekîd li ser çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî ku, di berjewendiya Îraqê û herêma Kurdistanê de bibe kir. Beşdarên civînê sipasiya xelk û hikûmeta Kurdistanê kir ku, pêşwazî li koçberên deverên din yên Îraqê kiriye û hewandine.
Serokwezîrê Kurdistanê di axaftina xwe de tekîd kir ku ya di îmkanên wan de hebe wan ji bo koçber û penaberan kiriye ew dê berewan bikin. Serokwezîr daxwaza lêbihurînê kir ku, eger di warê pêşwazîkirin, hewandin û alîkarîkirna koçberan de kêmasî hatine kirin û hemû alî dilrehet kirin ku ya di îmkanên hikûmeta herêma Kurdistanê de, bê cudahî, dê pêşkeşî koçberan bike û di vî warî de xemsariyê nake.
Her li Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re digel Eyad Elawî cîgirê serokomarê Îraqê civiya û di civînê de behsa rewşa emnî û siyasî ya ku îro Îraq tê de derbas dibe û bi taybetî gef û tehdîdên terorîstan bo ser hemû pêkhateyên Îraqê bê cudahî, hat kirin.
Behsa pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî hat kirin û her du aliyan tekîd li ser çareserkirina wan pirsgirêkan kir bi awayekî di berjewendiya herêma Kurdistanê û Îraqê de bin.
Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku, herêma Kurdistanê bi cidî lêdixebite hemû pirsan digel hikûmeta federala Îraqê çareser bike.