Heyeta İmralî û pirsgirêka DEM ê!
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di sere rojeva siyasî de, serdana heyeta DEMê ya Ocalan û herweha li ser daxwaza Ocalan hevdîtinên heyeta DEMê(Heyeta Îmralî) heye. Aliyek din yê rojevê de pirsa rojavayê Kurdistanê û helwesta Tirkiye cihê xwe yê girîng diparêze.
Ocalan daxwaz kirîbû ku heyet li gel Partiyên siyasî û herweha li gel hinek girtiyan di serî de jî Selahattin Demirtaş bicive. Heyet piştî van hevdîtina dê vegere Îmralî û li gel Ocalan hevdîtinekî bike. Li gora daxûyaniya DEMê ihtimale ku bi partiyên Kurdan re jî hevdîtina bikin. Lê hêja ev yek ne zelal e. Ji ber ku, ev yek helwesta DEMê ve girêdayîye.
Di rastiya xwe de ev pêvajo bi temamî di însiyatifa Îmralî de dimeşe û berpirsên DEMê û taybetî jî hevserokên DEMê ji vê yeke ne keyfxweşin. Lê tu şansê wan ê ku li dijê vê pêvajoyê daxûyaniya bidin tûneye. Ji ber ku aliyekî ve ev pêvajo berdewamin û ji aliyek din ve jî, hêja dewlet qayuma tayin dike û li himber endamên DEMê bi hêceta endametî û arikaiya PKKê bi tundî tevdigere û wan digre.
Helwesta Qendiî ne zelale û gotinên wan rojane bi awayekiye. Ji bo vê jî metirsiyek dewletê re heye ku, Qendîl guh nede banga Ocalan jî. Ev pêvajo bi tu awayî ne pêvajoya “ çareserikî“ yan jî ya“ pirsa Kurd e“ ev pêvajo ya hewldana devjêberdana çekaye û ya fesihkirina PKKê ye. Lê ne PKK vekirî behsa vê dike û ne jî DEM û aliyên girêdayî PKKê vekirî vê pirse gotubêj dikin. Ew li gora xwe hêja gelek bizanebûn, behsa“aştiyek bi rûmet“ dikin. Di vê pêvajoyê de ne “aştî “ û ne jî “rûmet“ heye.
Helwesta dewletê zelale. Dibêjin yan dê PKK ji dev çekan berdê yan jî emê PKKê ji holê rakin. Hemû hewldan û daxûyaniyên rayadarên dewletê bi vî awayî zelal e. Lê hinek hêja xwe dixapînin û behsa, siyaseta PKKê ya ku çewe xwe ji vê pêvajoyê de bi awayekî xilas bikin.
DEM ne zelale, daxûyaniyên xwe de tene dixûmxûmînin, ji ber ku ew jî dizanin “heyeta Îmralî“ ne li gora daxwaza wane. Ew dizanin Ocalan her tişta dewlet bixwaze dê wê bike.
Ji aliyek din siyaseta ku, kurd hemû di kesayeta PKKê de didan nasandin û ew wek teroristên potansiyel dihatin bi navkirin veca şkestiye û hêdî Kurd ji dere PKKê jî tene nasandin. Di vê yeke de leyiztika dewlet û PKKê ya demekî hevbeş îflas kiriye. Hêdî ji dere PKKê jî heyina Kurdan di rojevê de cih girtiye. PKK Kurda temsil jî nake.
Bê guman eger PKK ji dev çakan berdê ji bo çareseriya pirsa Kurd jî dê rêyek vebe. Hêdî bê ku tehdîda PKKê hebê dê Kurd bikaribin bi rêyên aştiyana û metodên demokratik doza mafên xwe yên rewa bikin û ne dewlet ne jî kesek nikarê wan bi “ terore“ itham bike û dê qada navnetewî de jî pişgiriyekî wergirin.
Pirsa rojavayê Kurdistanê de jî di eslê xwe de rewş zelal e. Tirkiye di vê derbarê de jî zelale. Heta wek vê gavê HSD û PYDê muxatan nagire û dibêje yan dê YPG/PKK li rojava ji dev çakan berdê yan emê operasyona bikin. Amerika bi metirsîya ji nûve hêzbûna DAÎŞê naxwaze hêza HSDê ji destbide. HSD amadeye bibe beşek ji hêzên çekdarên rejima niha. Ji bo wan jî ev ne gelek girîng e. Doh beşek ji rejima Esad bûn, îrojî amadene bibin beşek ji rejima HTŞê. Helwesta wan heta wek vê gavê ev e.
Lê dixweyê helwesta Amerika û Fransa jî heta Trump dest kare xwe bike dikare bê guhertin.
Rêyek tene li ber PYDê û HSDê heye ku bikaribin di xetek netweî de gavek niştimanperwerî bavêjin. Ew jî ewe ku, li gel ENKSê Hevkariyekî bikin. HSD û Pêşmergeyên Roj bi hemhengiyekî pêkbînin û li rojavayê Kurdistanê ji bo destxistina mafên rewa yên Kurdên rojavayê Kurdistanê tevbigerin. Dê hingê bibin qada istiqrarê di herêmê de û dê ne tehdîtekbin li ser kesekî.
Eger PYD/HSD vê yeke nekin dê winda bikin, roja Amerika ji herêmê derkeve dê bibin leystîkê hêzên herêmî û felaketekî bînin serê Kurdln rojavayê Kurdistanê.
11.01.2025
Nêrîn/Şirove / N.Firat