Polîtîk

Heyata PAKê li Hewlêrê Seredana Mekteb Eleqat a PDKyê Kir

 

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun, endamên Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Abdurahman Gundikî û Orhan Kaya, roja 29.07.2019an li Hewlêrê seredana PDKyê kirin.

Heyeteke PDKyê ku ji Elî HUSÊN (Endamê Meclîsa Serkirdayetîyê û Berpirsê Peywendiyên Kurdistanî û Iraqî) û Endamên Mekteb Eleqat a PDKyê(Buroya Peywendiyan), Nizar BOTANÎ , Karzan NORÎ , Silêman HISÊN, Cîhan ROJBEYANÎ pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Endamê Meclîsa Serkirdayetîyê û Berpirsê Peywendiyên Kurdistanî û Iraqî yê PDKyê Elî HUSÊN ji ber vê zîyaretê spasîya heyeta PAKê kir. Herweha li ser rewşa û aramîya li Başûrê Kurdistanê de agahdarî da û bîr û rayên partîya xwe anî ziman.

Li ser navê heyeta PAKê jî Kasim Ergun jî ji ber vê pêşewazîya germ spasîya heyeta PDKyê kir û li ser rewşa PAKê, doza daxistina PAKê agahdarî da, parastina bi Kurdî ya ku PAKê li Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê kiribû, pêşkêşî heyeta PDKyê kir. Kasim Ergun pîrozbahî li Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kir û serkeftin ji PDKyê û ji hemû partîyên ku di Hikûmetê de cîh girtine xwest.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun herweha di vê hevdîtinê de li ser rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê agahdarî da û bîr û rayên PAKê anî ziman.

Hevdîtina heyetên PAKê û PDKyê di atmosfereke dostane de û bi awayekî berhemdar derbas bû.
29.07.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button