Kultur

Hey zalim û hovên cihanê !

Kekê Ahmet bes biêşînin. Ji ber ku ew ji berê de gelek êşyaye, zahmetê mezin dîtiye, Di girtîgeh û zindanan de lêdan û işkenceyên her mezintir jîy e. Bi ber kotek û awirên nemirovaneyên hikumetan, jendirme û polisan ketiye.
Bes kekê Ahmet biêşînin;
Ji ber ku ew ji bo doza azadî û aştiyê, ger mirin be jî-ji ser venagere,
Ji ber ku sondxwariye û gelek bi baweriye,
Ji ber ku kekê Ahmet êdî xwediyê doza azadiyê ye,
Heke hûn dijminê azadiyêbin, hûnê zulmê dewam bikin û kekê Ahmet biêşînin.
Ji ber ku her lêdan û êşandanek we, têkçûnek dewama wendakirin û wendabûna  we ye.
Ji ber ku kekê Ahmet bi gelê xwe reye, şoreşger e, welatperwer e, dozger e, ji doza rastiyê  naveger e…..
Gel dimeşe, Kekê Ahmet li gel e…..
Em ji ber we û kirinên we hem şerm dikin û hem we şermezar dikin.
Em li gel kek Ahmed in……
Dê di rojên pêşin de hemû gel li gel kekê Ahmet bimeşe û em ji dil bawerin ku hûnê jî bi dengekî bilind bankin bêjin bijî, azadî, dostî, brayetî û aştî û li gel mirovên qedirşînas û rast bimeşin…

Rêz û Astî,

Şivan Perwer

Balkêş e ?
Close
Back to top button