Polîtîk
Hewlêr û Bexda niha li hev kirin
Heyeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê piştî 3 rojan ji gotûbêjan li ser mijara petrolê û beşê Herêma Kurdistanê ji butceya Iraqê li hev kirin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Bexda razî bûye ku %17 ji butceya Iraqê ji Herêma Kurdistanê re bişîne û ji aliyê xwe ve jî Herêma Kurdistanê dê rojane 250 hezar bermîl petrol ji bîrên Herêma Kurdistanê û 300 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê jî bide Bexdayê.
Roja Yekşema borî şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê û di nava 3 rojên borî de danûstandin û gotûbêj dikirin.