CivakRojev

Hewlêr û Bexda li ser 6 xalên petrolê li hev kirin

Li gor ahagîyên ne fermî, tê gotin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê li ser firotina petrola Kurdistanê li hev kiriye.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basem Awadî, diyar kir ku hevdîtinên di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi erênî pêş de diçin û dibe ku îro yan jî sibe rêkeftin bê ragihandin.

Di derbarê hûrgiliyên rêkeftinê de Basem Awadî got, “Dan û standinên di navbera şandeyan de berdewam dikin. Heta ku lihevkirin neyê ragihandin, çêtir e ku em li ser vê yekê neaxivin“. Berdevkê Hikûmeta Iraqê di derbarê bûdceya Iraqê de jî got, “Em pêşbînî dikin ku di nava heftiyek an jî 10 rojên bê de civînek taybet bê lidarxistin û bûdce bikeve rojeva parlamentoyê. Em hêvî dikin ku di demek kin de budçeyek ku berjewendîyên her kesî li ber çavan bigire bêpejirandin”. Ji aliyê din, Nebil Mersûmî ku pisporê petrola Iraqê ye, diyar kir ku alîyan li ser 6 xalan li hev kirine. 6 xalên ku Mersûmî dibêje lihevkirin pêk hatiye ev in:

1- Firotina petrola Kurdistanê wê ji alîyê Şîrketa Bazirganî ya Petrola Iraqê (SOMO) ve bê kirin.

2- Ji bo çavdêrîya firotina petrola Kurdistanê ji alîyê her du hikûmetan ve avakirina komîsyonek hevbeş

3- Çêkirina dahata nefta Herêma Kurdistanê li ser hesabekî bankê yê taybet ku di projeyasaya bûdceya sala 2023an de hatiye diyarkirin, ew hesab di bin kontrola hikûmeta navendî de ye û Herêma Kurdistanê wan peren bi kar tîne.

4- Li alîyê Herêma Kurdistanê ve rakirina hemû girêbestên petrolê.

5- Divê wezîfeya cîgirê rêvebirê SOMOyê bidin Kurdan.

6- Divê di nava 2 rojan de dest bi hinartina petrola Kurdistanê bikin. Ev made ne ji aliyê Hikûmeta Iraqê û ne jî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve nehatine pesendkirin, lê berpirsekî SOMOyê ji Rûdawê re ragihand, “Me li ser gelek madeyan ligel Herêma Kurdistanê li hev kiriye. Emê di demek nêzîk de rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ragihînin.”

Balkêş e ?
Close
Back to top button