Polîtîk

Hewlêr û Bexda gihan têgihiştinekî

Roja 5/7/2019, Bi serperiştî ya serokê hikumeta Herêma Kurdistanê û cêgirê serokê hikumeta Fedral bo Karûbarên Wizeyê, Komîte ya Bilinda Hevpişk a hikumeta Fedral û hikumeta Herêma Kurdistanê civîya, ew komîte taybete bi çareserkirina arîşeyên hilpesratî di navbera herdû alîyan de, destb bi danûstandinan kirin bi mebsta vedîtina çareserke dadperwerane ya destûrî, bo wan arîşeyên hilpesartî.

Di seqayeka erênî, dostane û nîyaz pakîde, danûstandin hatin encadan li ser dosêyên serke, bi taybetî (dosêyên navçe yên nakokî li ser, arîşeyên darayî û budce û pirsa petrol û gazê).

Herdû alî jî rêkkevtin li ser danana mîkanîzmeka piraktîkî bo vekolînê li hûrgelîyên pirsên hilpesartî, bi rêya pêkanîna çend komîteyên teybetmendên teknîkî ji wezaretên peywendîdar û li jêr çavdêrîya komîteya bilind a Hevpişik.

Di civînê de, biryar hat dan ku peywendî berdam bin di navbera herdû alîyan de, bi arasteya vedîtina çareserîyên bingehî û destûrî bo tevaya pirsên hilpesartî, bi awayekê ku di xizmeta hemûyan de be û biryare komîteyên teknîkî jî,  heftîya dahatî li Bexdayê bicivin.

Back to top button