Hewlêr û Bexda civiyan û encam nediyar in
Nêçîrvan Barzanî bi seroaktiya şandeyeke baka a hikûmeta herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî gihişte Bexdayê digel şandeya hikûmeta Îraqê a bi serokatiya Hisên Şehristanî cîgirê serokwezîrê Îraqê bo karûbarên enerjiyê civiya.
Civîna navbera şandeya hikûmeta herêma Kurdistan û şandeya hikûmeta Îraqê ku, îro roja yekşemiyê 19.01.2014ê li Bexdayê hat saz kirin, di atmosferekî erênî, dostane û vekirî bi rêve çû û her du aliyan dîtin û pêlşniyarên xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û bexdayê de hene bi awayekî konkeret pêşkeş kirin. Her du aliyan xwesteke xwe ji bona çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî ku, di berjewendiya xelkê Îraqê de bin û taybetmendiya herêma Kurdistanê jî bêt li ber çavan girtin diyar kir.
Di civînê de xalên hevbeş û xalên nakok derketin pêş û gotûbêj li ser wan xalan hat kirin. Pêşniyar hatekirin ku, xalên nakok zêdetir bên lêkolîn kirin û di civîna digel Nurî Malkî serokwezîrê Îraqê de lihevhatin li ser wan xalan bêt kirin.
Şandeya herêma Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ji Roj Nurî Şawîs cîgirê serokwezîrê Îraqê, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Elê Sindî wezîrê pilandananê û çend berprisên din yên wezarerta darayî pêk tê.