Civak

Hewlêr teqîna Enqere şermezar kir

Naveroka Daxuyaniyê:

Mixabin ev teqîna ku, di roja sêşemîyê li paytexta Tirkiye Enqereyê de qewmiye çendîn welatiyên medenî û bêtawan birîndar û çendîn welatiyên din jî canê xwe ji dest dan.

Bêgoman her cure tundûtîjî û teqîn dibin sedema tirsandina welatiyên medenî û aramiya nava civakê de jî ji holê ra dikin, lewre em weke serokatiya Kurdistanê afrandina her têşe alozî û nakokî û kiryarên têkderane mehkûm dikin.

Serokatiya Kurdistanê perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî kesûkarên qorbaniyên vê bûyera han dike û hêviya baş bûna rewşa tendirostiya welatiyên birîndar jî dixwaze.

Peyvdarek bi navê Serokatiya Kurdistanê

21.9.2011

Back to top button