Polîtîk

Hewlêr ji bo piştgîrî kirina daxuyaniya Barzanî xwepêşandanê dike

Îro bi beşdariya Nûnerên Rêkxistinên Civaka Medenî li gel hejmarek ji partî û aliyên siyasiyan û navend û komeleyên rewşenbîriyên li bajarê Hewlêrê xwepêşandanekî nerazîbûnê dijî siyaseta Nurî Malîkî û piştgirî kirina axaftinên Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê rêkxist. 

Xwepêşandana ku li ber çayxaneya Miçko û Qala Hewlêrê destpêkir heta ber Parlemen beşdarbûyan bi dirûşman wê siyaseta Nurî Malîkî ya li beramber bi Herêma Kurdistanê şermezar kir û xelkê daxwaz ji Bexda kir ku ji vê siyaseta xwe paşve vegere. 

Li ber Parlemena Kurdistanê jî Hêmin Ehmed yek ji rêkxerên xwepêşandanê li gotarekî de piştgîriya xwe ya tevahî ji bo Serokê Herêma Kurdistanê xisterû.

 

Back to top button