Hikûmeta Kurdistanê derbarê şerê li navçeyên dora Mûsilê û operasyonên Hêzên Pêşmerge de bersiva Serokwezîrê Iraqê da û ragihand, “dê operasyon berdewam bin, pêşmerge ji deveren azadkirî venakişin.” Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî operasyonên Hêzên Pêşmerge yên li eniyên Xazir û Guwêrê gotibû, “Divê pêşmerge ji cihê xwe nelive û axa di bin kontrola xwe de fireh bike.” Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku dê operasyonên pêşmerge berdewam bibin û got: “Heta hemû navçeyên Kurdistanê yên li nav sînorên Nînowa bên rizgarkirin dê operasyonên Hêzên Pêşmerge berdewambin. Herwiha dê pêşmerge ji navçeyên azadkirî venekişe.” Heyder Ebadî roja sêşemê (16-08-2016) di gotarekî de gotibû ku li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftina wan heye ku eger alîkariya Artêşa Iraqê jî bikin divê li nav sînorê Mûsilê de pêşmerge pêş de neçin. Hêjayê gotinê ye ku di 14 û 15ê Tebaxê de Hêzên Pêşmerge li eniyên Xazir û Guwêrê operasyon lidarxistibû. Di vê operasyonê de 12 gund ji destê DAIŞê hatibûn derxistin û pêşmerge 20 kmyan pêşde çûbû.
Pêş
06/11/2024
Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Trump kir
06/11/2024
Trump: Ez şer naxwazim, emê şer biqedînin..!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Trump li pêş e..!06/11/2024