Hewlêr bajareke kevine, lê belê li bergekî nû yê pêşketinê daye
Keça Îtaliyekî xwendekara Doktorayê: Hewlêr bajareke kevine, lê belê li bergekî nû yê pêşketinê daye
Arîn Kostantîniya keça xwendekareke xwendina doktoraye li Zanîngeha Toronto ya li bajarê Toronto yê Bakûrê Îtalya ya beşa xwendina navdewletî ye. Ev demeke ji bo encamdana lêkolîneke zanistî ji Îtalya ve hatiye bajarê Hewlêrê. Ew zimanê Îtalî, Ingilîzî û Erebî bi başî dizane. Wê hevpeyvînek li gel rojnameya Hewlêr kiriye û behsa jiyana xwe ya Hewlêrê dike.
Konstantîniya dibêje: Eve yekemcare ez vê bajarê kevnar dibînim, berî ez bême Hewlêr hinek zanyariyên min hebûn lê belê piştî ku ez têda jiyam, gelek nêrînên min jî guherîn. Ez hest dikim ev bajar berdewamî diguhere û nûbûnê daye, raste ku Hewlêr bajareke kevine, lê belê niha berga xwe guheriye û ketiye nav qalibekî nû ya pêşketinê.
Her wiha Konstantîniya berdewamiya hevpeyvîna xwe de dibêje: Xelkê Hewlêr, xelkekî gelek sade û rû xweş û rû bikene. Heta bibêjî rêz li xerîban digrin, ez berdewamî li gel wan taksiyên nav bajar hatin û çûnê dikim tu carî rastî kêşeyek nebûme, hinek car bi Ingilîzî û Îtalî dipeyvim li gel wan, lê belê hest dikim ku ew min têdigihin û bi Kurdî bersîva min didin, ku ez ji seyarê dadibezim hest dikim ku em hevdû têgihiştine. Carekî ku suwarî taksiyê bûm û çûme zanîngehê li nav taksiyê de min kameraya xwe ji bîr kir, lê belê piştî dû rojan, Dr Mihemed û Hajanxan, telefona min kirin û gotin: Te kamera xwe wenda kiriye? min got: Belê. ez gelek şaş û matmayî mam û min gote wan: We çawa zanî ku min kamera xwe wenda kiriye?! Wan got: Şofêrekî taksiyê kameraya te aniye cem me. Ji bo wê yekê min jî xwes şofêr xelat bikim, lê belê wî spasiya min kir û wê yekê retkir ku xelata min werbigrê. Ji bo wê yekê qet eve ji bîr nakim ku ew şofêr wêneyekî xweşikê xelkê xweş mirovên vî bajarî bi min bexşî.