CivakRojev

Hewlêr bajarê herî pakij e

Li ser asta seranserê Iraqê, paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê weke bajarê herî paqij hat hilbijartin.

Rêveberê Xizmetguzariya Jîngehê yê li Şaredariya Hewlêrê Dr. Ferman Xelîl beşdarî bultena bernameya Rojbaş a Kurdistan24ê bû û li ser vê mijarê axivî.

Dr. Ferman Xelîl ragihand; paqijkirina paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê bi ser şeş şaredariyan ve hatiye dabeşkirin û her roj zêdetirî du hezar ton paşmayî li Hewlêrê têne berhevkirin û têne binaxkirin.

Xelîl herwiha eşkere kir ku niha Wezareta Bajarvanî û Xizmetguzarî lijneyek pêk aniye ji bo damezrandina kargeheke cardin vegerandina paşmayiyan. 

Back to top button