Cîhan
Hewldanên tirkiye yên ji bo anîna geştiyaran bê encam ma
Ji bo ku Almanya qedexeya geştiyariyê li ser tirkiye rake, berpirsên tirkiye gelek caran hewldan, lê encama wê vala derket.
Mevlut Çavuşoglu Wezîrê Derveyê tirkiye û Mehmet Nuri Ersoy Wezîrê Geştuguzariya Tirkiye du caran serdana Almanya kirin ku wan ji bo şandina geştiyaran razî bikin, lê berpirsên Almanî razî nebûn geştiyarên xwe bişînin tirkiye.
Almanya salane geştiyaran dişîne gelek welatan rêzên yekem de Îspanya û Îtalya û tirkiye cîh digrin. Sala derbasbûyî li gor amarên fermî 5 milyon Alman serdana cihên geştiyariyên tirkiye kirine.