Hewldana Partiyeke Kurdistanî li Îzmîrê civîneke danasînê li darxist
Hewldana Partiyeke Kurdistanî(HPK) ji bo nasandin û berfirehkirina xebatên HPK ê, li Îzmîrê civînek lidarxist.Civîn di roja 30.05.2014 de bi beşdariya nêzî 50 kadroyên Kurdistanî yên dawetkirî pêk hat.
Civîn bi axaftina endamê Meclîsa HPK ê Nurullah Temur destpêbû. Nurullah Temur behsa armanca vê civînê kir û bal kişand ser wê yekê ku ‘’di sala 1959 an de rojeke wek îro ,49 rewşenbîrên Kurd hatibûn girtin.Ev jî bi bûyera 49 an tê zanîn.Û tesadufe ku civîna me jî îro çê dibe’’.
Piştî N.Temur, endamê KR ya HPK ê Emin Baltaş ji destpêkê heta îro behsa xebatên HPK ê û behsa armanc û hedefên wê kir.Paşê jî endamê KR ya HPK ê Mehmet Gul di derbarê çima em partiyeke nuh diparêzin û divê ev partî partiyeke çawa be,bîr û rayên HPK ê anî zimanî.
Di beşa duwem ya civînê de,beşdarên civînê di derbarê vê xebatê û bi giştî derbarê pirsa Kurd û Kurdistanê de nêrîn,rexne û pêşniyariyên xwe anîn zimanî.Û berpirsin HPK ê jî di derbarê van nêrîn û pêşniyarî û rexneyan de malûmat dan beşdaran, hin pirsên heyî zelal kirin.
Civîn, bi pêşniyarî,gengeşî û şîroveyên ku hatine kirin, gelekî berhemdar bû û ji bo pêşdebirina xebatên HPK ê yên li Îzmîrê û dor û bera wê,hêviyên me geş kir.31.05.204
Komîteya Ragehandinê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî