Cîhan

Hewla kuştina Trump! Daxuyaniya yekem a FBI …

Berbijêrê DYA’yê Donald Trump di dema mîtînga kampanyaya hilbijartinê ya li Pensîlvanyayê de rastî êrîşa bi çekan hat. Trump ji guhê xwe yê rastê birîndar bûye. Hat diyarkirin ku êrîşkarê ku hat hînbûn êrîş bi çeka mezin pêk aniye û li cihê bûyerê hatiye kuştin. Di daxuyaniya xwe ya ewil a piştî bûyerê de Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) diyar kir ku piştî lêkolîn bi dawî bibe ew ê daxuyaniyê bidin.

Berpirsê FBI Kevin Rojek derbarê êrîşa li dijî Trump de civîneke çapemeniyê li dar xist. Rojek diyar kir ku; “Em vê bûyerê weke sûîqestekê dinirxînin.”

Rojek got, “Em nêzî tespîtkirina nasnameya kesê ku teşebûsa sûîqestê li Serokê berê yê DYA’yê Trump kiriye ne û piştî lêkolîn bi dawî bû em ê daxuyaniyê bidin.”

Kevîn Rojek diyar kir ku lêkolîn tê kirin bê êrîşkar bi tena serê xwe tevgeriyaye yan na û niha ti delîlên metirsiyeke zêde nînin.

Rojek diyar kir ku wêne hem têne kontrolkirin û ji bo nasnameya êrîşkar lêkolînên DNA’yê hatine kirin û diyar kir ku dema agahiyên teqez bi dest bixin dê bi çapemeniyê re parve bikin. Rojek da zanîn ku êrîşkar di bûyerê de hatiye kuştin, 1 kesê di mîtîngê de jiyana xwe ji dest daye, rewşa 2 kesan jî giran e.

Rojek, da zanîn ku ji bo mîtîngê ji FBI’yê tu arikariyek zêde nehat xwestin û bersiv neda pirsên li ser ka binpêkirina ewlehiyê heye an na. Polîsê Pennsylvania George Bivens diyar kir ku êrîşkar mêr e.

Back to top button