Polîtîk

Hewas Egîd li wezîrê derve yê Siudiyê civiya

Nûnerê Kurd li Desteya Bilind a Danûstandinan a Dijbereya Sûriyê Hewas Egîd li gel Wezîrê Derve yê Erebîstana Siûdî Adil Cubeyr hevdîtinek pêk anî.Serokê Encumena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Bro ji Rûdawê re ragihand: “Şeva 24ê Mijdarê Nûnerê Kurd li Desteya Bilind a Danûstandinan a Dijbereya Sûriyê Hewas Egîd li gel Wezîrê Derve yê Erebîstana Siûdî Adil Cubeyr li hev civiyan.”Bro da zanîn, ku di hevdîtinê de rewşa Sûriyê û mafên Kurdan hatine gotûbêjkirin.Îbrahîm Bro herwiha got: “Di çarçoveya civîneke taybet a ser arîşeyên Sûriyê de, Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif û endamên civîna Riyad 2 yê jî heman awayî li gel Wezîrê Derve yê Siûdiyê civiyan û daxwaza Kurdan gihanandine wî welatî.”

Back to top button