Hevxemiya Benî Îsraîl û dû alîyî
Girîngî pêdana Qureyş û xelkên din berî hatina Îslamê bi dehem roja meha “Muharrem” û paşê jî ji aliyê misilmanan ve belge nexweste û salane li wê roja “Aşûre” yê da behsa ewe têkirin, ku xwedayê mezin li rojekî wiha de “Pêxember Mûsa” û cihuyan jî ji destê “Fîraun” li welatê Misir rizgar kiriye û mela û bangewazxwaz û gotarbêjên me girîngiyeke zêde bi bîranîna wê rojê didin û behsa girtina rojiya neh û deh mehî dikin. Lê belê rawestana bi diyar behsa yektaperestî û girîngiya bêsînora Quranê pêve û dirustkirina giyan û ruhê hevdû qebûlkirinê ji bîr dikin ku Musa yek ji pêxemberê benî Îsraîl bê, çawa û ji bo çi wê girîngiyê li cem misilmanan werdigrê. Di demek de ku herdem reqbûna ji cihuyan li ser zimanê herî zêdeyê melayane û bi cîhê wan jî misilman ji wan fêr dibin û wekî tûtî dibêjin?!ji bo wê yekê dipirsim:1- Ew ruhê hevdû xwestin û bi wê êşa teng li hevdû hatine û hemahengî û hevxemî û hevxweşiya pêxember bi xwe (Silavên Xwedê li ser bê(S.X.L)) û misilmanan kiriye li ku û ewê li cem me heye li kuye?2- Kijan misilmanê Kurd heye ku wiha nehatibe goş kirin ku kîna cihuyan bibê û karê xwe jî beşek ji îmanê nezanê û li singa niha ya Ereb ve – neku Quran- temaşa wan nake?3- Başe kî berpirsiyare ji wê rûn nekirinê û ji wê ber çavronînedana misilmanan ku “Benî Îsraîliyet” ne tawane! tawan tawane her kes û li her pêgeyek da bê kirin, dagîrkirin li bin her pasawek da bê kirin tawane, neku dagîrkirinek cihu bike sîteme û ewê Ereb, Tirk û Faris bikin diruste û rewaye? Ewê cihu li “Filistîn” bike nerewaye û -ku wihaye jî- lê belê ew welatên bi navê îslamê li gelan bikin diruste?4- Ewê “Xaxam” bi navê xwedê ve bibêje em bi nav bikin “telmûd” kifre û ew hemû derewên bi navê îslam ve melayên nemela dikin û ew hemû tefredane diruste?!Ji aliyekî din ve di derbarê bîranîna kuştina Hiseynê kurê Elî (s), ku li sala şesta koçî da û li Aşure da bi zulm û sîtem hatiye kuştin, dibêjim:1- Guman li wir da tûne ku kuştina bi neheq karekî xerape û divê nebê û eger ru jî da divê xwediyê maf bigihe mafê xwe û bi wan rêyên Quran rûn û eşkere kiriye li rêya desthilatê ve heq bê sitandin.2- Kesê kuştî her kesek bê û li her pêgehek da bê cûdahî li navbera xwînan da tûne û mirov her mirove û bi vegerana ser Quran bi xwe ji bo me rûn dibê ku kuştina her mirovek bi neheq bi bê temaşekirina netewe û regez û eşîr û ol, wekî yeke û tawane (1), lê belê ji bo çi divê piştî van hemû salan ev xwîn neyê birîn û salane wan hemû karesat û tefredane bi navê tola wê xwînê bê kirin?3- Li wan welatên ku girîngiyeke bê sînor bi wê bezm û herayê didin û xelkê pê tefre didin çi bihayek ji bo mirov heye, nexasim mirovek ku heman ol û heman mezheb û hevzimanê desthilatdaran nebê?4- Başe ew karesata xwe sizadanê (2) û xwînrihtinê û bikaranîna zarokan, li ku û mafê mirov nexasim zarok û jinan li kuye?Eve li kijan olî da cihê xwe dibê ku behs ewe dike ji bo çi dilovanî hatiye û girîngî bi aqil û zanistê dide?5- Ew hemû derew û poxlewatên li van çend rojan da didin bi guhê xelkê da çend bihaya wan heye û heta çi radeyê rêz ji bo eqlê take kes hatiye danîn û ji aliyê kî ve?Perawêz:(1) Quran li 32. ayeta sureta “Elmaide” da piştî behsa yekem tawana mirovkuştina li ser zevî de keremdike: “Her kesê, kesekî bi neheq kuşt, wekî ewe ye ku hemû mirovan kuştibe”.(2) Quran li 195. ayeta sureta “Elbeqere” da keremdike û difermê: “Bi destê xwe, xwe tûşî nerehetî nekin”, li bingehên şerîetê jî ku nabê bi tu sedemekî mirov, xwe siza bide.Rojnameya Hewlêr hejmara 2250 rûpela 9 sêşem 10.11.2015)…Li her xermaney gulêk (3)Emer Çingiyanî